Hûrgiliyên êrîşa li ser Moskowê

Hûrgiliyên êrîşa li ser Moskowê ku DAIŞ a Xorasanê pêk anî û di encamê de 152 kes mirin zelal dibin.
Li welêt rewşa awarte hat ragihandin her wiha li welatên Ewropa jî ji ber xeteriyê ketine tevgerê.
Bi taybetî Tirkiyê jî piştî yek ji êrîşkarê Moskowê hat zanîn li Tirkiyê derbasî Rûsyayê bûye, dest bi operasyonan kir.
Bi vî awayî xeteriya DAIŞ’ê li ser cîhanê careke din derdikeve pêş û ev yek dê çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bigire nava xwe.

Roja Şemiyê li paytexta Rûsya Moskowê li hola konserekî êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di vê êrîşê de li gor bîlançoyên dawî 152 kes mirin û 285 kes jî birîndar bûn.

Li welêt rewşa awarte hat ragihandin û li ser êrîşê lêkolîn destpê kir.

Di destpêka daxuyaniya Rûsyayê de Ukrayna hat tawanbarkirin.

Lê piştî vê rayedarên Amerîkî diyar kirin ku ti têkîliya Ukraynayê bi vê êrîşê tune ye.

Her çi qas Rûsyayê bertek li daxuyaniya Amerîkayê bide jî piştî buyerê baskê DAIŞ’ê yê Xoresanê êriş girt ser xwe û dîmenê êrişê weşand.

Li ser êrîşê hurgiliyên cuda derket ku yek ji çeteyên beşdarî êrîşê bûye ji Tirkiyê derbasî Rûsyayê bûye.

Êrişkarê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Rusyayê ve hatiye girtin, di kurte dîmenekê de vê yekê eşkere dike.

Çeteyê hatî girtin bi navê Ferîdûn Şemsedîn e û 4’ê Adarê ji Tirkiyê derbasî Rusyayê bûye.

Êrişkar Ferîdûn Şemsedîn dibêje, ji bo vê êrîşê nîv milyon ruble pereyên Rûsî wergirtine.

Êrîşa Moskowê Tirkiyê xist metirsiyê

Li Tirkiyê jî piştî ku hat zelalkirin yek ji wan çeteyan ji Tirkiyê derbasî Rûsyayê bûye, li 8 bajaran operasyonên li dijî DAIŞ’ê pêk hat.

Wezîrê Karê Hundirîn ê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 40 kesên gumanbar hatine binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundirîn Yerlikaya diyar kir ku ji 3’yê Hezîrana 2023’yan vir ve li dijî DAIŞ’ê bi tevahî hezar û 316 operasyon hatin kirin û di van operasyonan da 2 hezar û 733 gumanbar hatin girtin.

Ev bîlanço bi serê xwe diyar dike ku Tirkiyê bûye cih û warê çeteyên DAIŞ’ê û kombûna komên tundrew.

Guman heye ku ev êrîşên li Moskowê li gor plansaziya Tirkiyê pêk hatiye.

Ev metirsiya Tirkiyê û pêkanîna operasyonên demildest rewşa heyî radixe ber çavan.

DAIŞ a Xorasanê

DAIŞ a Xorasanê di dawiya sala 2014’an de li rojhilatê Efxanîstanê derket holê.

Navê xwe li hin beşek ji heremên mîna Îran, Tirkmenîstan û Efxanîstanê tê bikaranîn digre.

DAIŞ a Xorasanê heya sala 2018’an çalak bû lê piştî êrîşên Talîban û Amerîkayê hejmarê endamê wê kêm bûn.

DAIŞ a Xorasanê li hundir û derveyî Efxanîstanê mizgeftan jî di nav de hejmarek zêde êrîş pêk anîn.

Di destpêka vê salê de jî êrîşên bombeyî pêk anîn û di encama wan êrîşan de bi sedan kes mirin.

Her wiha Îlona 2022’yan jî berpirsyariya êrîşa balyozxaneya Rûsya yê li Kabilê girtin ser xwe.

Xeteriya DAIŞ’ê li ser cîhanê

Weke tê zanîn fînansmanê DAIŞ’ê dewleta Tirk a dagirker e.

Tirkiyê di serî de Ewropa hemû cîhanê bi bikaranîna DAIŞ’iyan tehdît dike.

Ya herî berbiçav jî DAIŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyê gelek êrîş li dijî xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anî.

Bi operasyon û hemleyên Hêzên Suriya Demokratîk-QSD’ê DAIŞ’ê hêza xwe yê leşkerî li Baxozê winda kir.

Bermahiyên DAIŞ’ê jî di kamp û girtîgehan de tên ragirtin.

Tevî bangawazî û balkişandina xeteriyên DAIŞ’ê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî welatên cîhanê di vê mijarê de erkên li ser xwe pêk neanîn.

Îro jî welatên cîhanê dema ku êrîş li ser wan tên kirin demildest dikevin tevgerê û çareseriyan digerin.

Lê mixabin ev demeke dirêje ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li kamp û girtigehên bakur û rojhilatê Sûriyê welatên cîhanê xwe kerr û lal dikin.

Back to top button