“Kujerê Hevrîn Xelef”, ENKS û Itîlaf bi hev re rûnişt

Hatim Ebû Şeqra kujerê Hevrîn Xelef, ENKS’ê û Itîlaf li ser masyekê rûniştin.

Vê jî hişt ku hêrseke mezin di nava xelkê de çêbibe û daxwaza bidesxistina mafê Hevrîn tê kirin.

Her wiha 23 rêxistinên hiqûqî yên Sûrî piştî civîna bi Ebû Şeqra re jî, daxwaz dikin ku “Itîlaf bikeve lîsteya terorê.”

Kujerê Hevrîn Xelef û du kesên pê re, li ser maseya koma bi navê “Itîlafa Sûrî” û Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS’ê rûniştiye.

Di çaxekê de ku sîwana siyasî ya komên çeteyên Tirkiyê di bin navê rêxistinkirinê li nava bajarên Sûrî yên dagirkirî digere, wênyekî Ehmed Hisên Feyad (Hatim Ebû Şeqra) yê komkujiya 12’ê Cotmeha 2019’an li ser rêya M4 pêk anîbû di civîneke wan de belav bûye.

Di heman demê de, li beramberî wî jî, Ebdulha Gedo nûnerê ENKS’ê di nava Itîlafê de, rûniştiye..

Vê yekê hêreke mezin li ser asta Kurdî û herêmê bi giştî çêkir û bi rengekî zêde li ser medya Civakî hat parvekirin.

23 Rêxistinên Sûrî dixwazin “Itîlaf” bikeve “lîsteya Terorê

23 Rêxisitnên Hiqûqî yên Sûrî jî piştî vê yekê xwest “Itîlafa Sûrî” bikeve lîsteya “Rêxistinên Terorîst”.

Rêxistinên navborî dibêjin ku “Bi pêşwazîkirina Hatim Ebû Şeqra kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Itîlaf dagirkiriya Tirkiyê rewa dike û dibe hevkarê komkujî, dizî û talaniyê.”

Her wiha daxwaza binavkirina “Itîlafê” weke hevkara komkujiyên Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî ji qada navnetewî re pêşkêş kir.

Ev demeke bi serokatiya Nesir El-Herîrî û endamtiya Ebdulh Gedo nûnerê ENKS’ê di nava komên bi navê Opozsyonê de, li herêmên dagirkirî digerin û wênyên xwe di nava kujer, dizekên mal û milkên xelkê de parve dikin.

Ji xwe xuyakirin Hatim Ebû Şeqra jî hêrsa heyî zêde kir û xelk bi rêya medya civakî daxwaza pêkanîna edaletê dikin.

Back to top button