Rojnamevan şehîd Dilşan Îbîş û Hogir Mihemed hatin bibîranîn

Nûçegihanên ajansa (ANHA) Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bibûn, di 6`emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Di merasima li Qamişloyê de li ser navê malbata şehîd Hogir Mihemed Xêr Elîka diyar kir ku rojnamevanên di nava şoreşê de cih girtina ew çavê heqîqetê bûn.

Di merasîma bîranînê a li Kobanê de endama Meclisa Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Dîcle Ehmed dazanîn ku dewleta Tirk a dagirker herî zedê ji rojnamevanan ditirse û got:

“Şehîd Dilîşan bi kameraya xwe têkoşiya û rastiya şerê li hember terorê ji cîhanê re eşkerekir.”

Dayika şehîd Dilîşan jî bang li rojnamevanan kir ku têkoşîna ji bo eşkerekirina rastiyê bidomînin.

Rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di şopandina pêngava Bagera Cizîrê ku QSD’ê 2017`an dijî DAIŞ`ê dabû destpêkirin de şehîd bûn.

Back to top button