HPG: Li Zap û Metîna 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di çalakiyan de, vê carê 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Artêşa dagirker jî, bi çekên qedexekirî û bombeyên xazê êrişî qadên gerîla kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike û gerîlayên azadiyê jî bi çalakiyên bi bandor bersiva êrişan didin û rojane derbên giran li hêzên dagirker tê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dawî yên artêşa tirk a dagirker û çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin;

“11 û 12’ê Cotmehê li Girê Cûdî û Girê Amediyê yên bi ser Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li artêşa Tirk hate xistin.

Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Her wiha 2 dronên bombebarkirî jî hatin xistin.

10, 11 û 12’ê Cotmehê li Qadên Saca û Sîda yên bi ser herêma Zapê di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û derb li çeperekê hate xistin.

10 û 11 Cotmehê li Girê Çarçêl û Girê Ortê yên bi ser herêma Metîna bi çekên giran û bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker hate xistin.

Di van çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn, 3 kon û 2 çeper jî hatin rûxandin

10’ê Cotmehê li Girê Şêxzade yê bi ser herêma Xakurkê 2 sîstemên kamerayên şopandinê yên dagirkeran hatin rûxandin.”

HPG: Artêşa Tirk bi gazên kîmyawî û çekên qedexe êriş pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 7, 8 û 9’ê Cotmehê herêma Barzanê ji bejahî û hewayî ve hate bombekirin û artêşa Tirk bi helîkopteran dagirker li qadê danî.

HPG’ê ragihand gelek qadên girêdayî herêmên Metîna, Zap, Barzan, Avaşîn û Xakurkê bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî, balafirên şer, helîkopterên êrişê û bi topan hatin bombebarankirin.

Back to top button