Çeteyan, ciwanekî Efrînî ji navenda bajêr revand

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, binpêkirinên li dijî sivîlan dewam in. Herî dawî jî li Efrînê, çeteyan ciwanek revand û mal û milkên wî talan kirin. 

Malpera Afrin Post, ragihand ku çeteyên Cebha El-Şemiyê, êrîşî avahiyekê li taxa Sîna’a ya navenda bajarê Efrînê kir û ciwanê bi navê Nîdal yê ji gundê Meydana revandin.

Ciwanê Kurd Nîdal, xwe ji koma çeteyan xilas kir û reviya, lê ji bo Nîdal xwe radest bike, çeteyan êrîşî malbata wî kir û erebe, mal û milkên wan desteser kirin.

Beriya vê bi 2 rojan jî, çeteyan 4 sivîl ji navçeya Racoyê revandibûn.

Back to top button