Qanûna Înfazê ya bi dest û dengê AKP’ê Berdana girtiyên edlî dest pê kir

Piştî ku Qanûna Înfazê ya bi dest û dengê AKP’ê li meclisa Tirkiyê hat qebûlkirin û girtiyên siyasî li derveyî wê hatin hiştin, berdana girtiyên edlî dest pê kir. 

Qanûna Înfazê ku ji 70 xalan pêk tê, Yekeşemê bi dengê parlamenterên AKP-MHP’ê li meclisê hat qebûlkirin.

Di qanûnê de, siyasetmedar, rojnameger, şaredar, parêzer, nûner, endam û çalakgerên rêxistinên sivîl jî di nav de, girtiyên siyasî ji derve hatin hiştin.

Piştî ev qanûn di Rojnameya Fermî de hate weşandin, berdana girtiyên edlî ji girtîgehan dest pê kir.

Destpêkê girtiyên temenê wan di ser 65 salan re, hatin berdan.

Xizmên Girtiyan: Dewletê, ji bo girtiyên siyasî xwe ker û lal kiriye

Li dijî vê qanûnê bertek zêde dibin û xizmên girtiyan diyar kir ku “di meseleya girtiyên siyasî de, dewletê xwe ker û lal kiriye”.

Her wiha anîn ziman ku “ev qanûn ji bo diz, xerabker û çeteyan çêkirine û gotin” divê girtî hemû bên berdan. Êdî dengê me bibihîzin.”

Back to top button