Aynûr Taş: Ez daxwaza cenazeyê kurê xwe dikim

Dayika Aynûr Taş ku cenazeyê kurê wê Mazlûm Taş ê YPG’yî li Efrînê di encama êrîşa çeteyan de ji Goristanê hat derxistin, xwest cenazeyên ji goristanê hatine derxistin radestî malbatan bên kirin.

Dewleta Tirk a dagirk tevî çeteyên girêdayî wê, 20’ê Çilya 2018’an êrîşî herêma Efrînê kir.

Di vî şerî de cenazeyê şervanên YPG û YPJ’yiyên jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Avestayê hatibûn veşartin.

Piştî şer, goristan hatibû ruxandin.

Di ser operasyonê re 3 sal derbas bûne, lê belê Ajansa Anadolûyê (AA) hewil da li seranserê cîhanê Goristana Avestayê wekî “goreke komî” nîşan bide.

Ji cenazeyên li goristanê yek jê yê Mazlûm Taş (Andok Farqîn) ê YPG’yî ye.

Dayika wî Aynûr Taş, anî ziman ku kurê wê di sala 2014’an de tevli YPG’ê bûye û di sala 2018’an de li Efrînê şehîd bûye.

Aynûr Taş: Ji hestiyên me ditirsin

Dayik Aynûr diyar kir ku “Gava kurê min şehîd ket, wî li Goristana Avestayê veşartin, lê niha ew der xera kirine”

Aynûr Taş, destmşan kir ku goristan hatiye xerakirin û cenaze hatine derxistin, Dibêjin goreke komî ye, lê ne wisa ye. Em vê qebûl nakin. Em zarokên xwe dixwazin

Back to top button