Li Amed, Dêrsim, Riha, Êlih, Mêrdîn, Wan û Mêrsînê êriş hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Bi vê armancê îro li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êriş hatin şermezarkirin.

Endamên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, parlementer û gelek kes li navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin daxuyaniyê bidin.

Lê polîsên tirk destûr nedan ku daxuyanûî bê dayîn. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û êriş û dorpêça plîsan şermezarkirin.

Li Dêrsimê Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê xwestin li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bidin.

Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kirin. Di encama êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu jî bertek nîşan da û got, “Em li dijî qetilkirina sivîlan a di şer de ne. Divê dawî li qirkirina kurdan bê anîn.”

Endamên partî û rêxistinan ên Rihayê û parlementeran jî xwestin li pêşiya avahiya HDP’ê êrişan bi daxuyaniyekê şermezar bikin.

Lê belê polîsan êriş kirin û 15 ciwanên enternasyonalîst ku ew jî beşdarî daxuyaniyê bûbûn hatin binçavkirin..

Li Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûr nedan ku daxuyanî were dayîn û êrişî girseyê kir.

Piştî êrişê girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kirin.

Êrişên dewleta tirk, li Mêrdînê jî li pêşiya avahiya HDP’ê hatin şermezarkirin.

Li Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ew her êrişeke li dijî Rojava weke êrişeke li dijî xwe û mala xwe qebûl dikin.

Li Êlihê jî li pêşiya avahiya DBP’ê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

“Ji bo Ailistînê aştiyê dixwazin lê bombeyan li Kurdan dibarînin”

Li aliyê din Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Meclisê daxuyanî da.

Meral bertek nîşanî êrişan da û got: “Hûn şaxê zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê bombeyan li kurdan dibarînin. Ev jî durûtiya desthilatê û ya hêzên navnetewî nîşan dide.”

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Tirkiyê rêya çareserkirina pirsgirêka kurd bi aştî û danûstandinê pêkan e.

HDP ji bo şehîdên Rojava paçên reş bi avahiya xwe ve daliqand

Back to top button