Leyla Guven: Divê partiyên Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Bi boneya 1’ê Îlonê HDP’ê û rêxistinên civakî li Amed û Stenbolê “Zincîra Aştiyê’ li dar xistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven anî ziman ku aştî meseleyek cîhanî ye, hemû têkoşîna wan ji bo aştiyek bi rûmet e, ev gel êdî bindestiyê qebûl nake.
Leyla Guven ji partiyên kurd xwest ku li dijî zext û êrîşan yekîtiya xwe avabikin.
Li Stenbolê jî bi sedan kes kombûn û xwestin ji bo aştiya mayinde deriyê Îmraliyê were vekirin.

Bi boneya 1’ê Îlonê, rêxistina KCD, HDK, HDP, DBP û gelek rêxistinên civakî li Amed’ê çalakiya ‘Zincîra Aşitiyê’ pêk anîn.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dora Sûra Amedê xwest çalakiya ‘Zincîra Aştiyê’ pêk bîne, lê ji aliyên polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

Ligel astengiyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven axivî.

Leyla Guven, diyar kir ku aştî meseleyek cîhanî ye, hemû têkoşîna wan ji bo aştiyek bi rûmet e, ev gel êdî bindestiyê qebûl nake.

Hevseroka KCD’ê da zanîn ku li çar parçeyên Kurdistanê ev gel dixwaze bi ziman û nasnameya xwe jiyan bike.

Leyla Guven li dijî zext û êrîşên dewleta Tirk bang li sazî û partiyên Kurdistanê kir ku bi boneya roja aştiyê yekîtiya xwe avabikin.

Feleknas Uca: Ocalan mifteya çareseriyê ye

Rêxistina HDP’ê ya stenbolê jî bi heman armancê li navçeya Kadikoya Stenbolê bi beşdariya sedan kesî çalakiya “Zincîra Aştiyê” pêkanîn.

Çalakvanan pankartên wek “Em hemû bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biparêzin” rakirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî hema niha” berz kirin.

Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Feleknas Uca axivî û balkişand ser rola Ocalan di aşitiyê de û got.

“Îro em dibînin ku tenê çareyek heye. Ew jî aştî ye.

Rêber Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî.

Niha li şûna aştî û azadî bê axaftin, şer gurr dikin.

Birêz Ocalan got ‘Ez ê di hefteyekî de vê meseleyê çareser bikim’ Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Divê guh bidin banga Birêz Ocalan. Îmralî mifteya çareserî û aştiyê ye.”

Back to top button