“Li dijî jinê siyaseteke qirêj û sîstematîk tê meşandin”

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Hediya Yûsif destnîşan kir ku ji bo sînordarkirin û îmhakirina nasnameya jinan, siyaseteke qirêj û sîstematîk li dijî jinan tê kirin. Hediya anî ziman ku dem dema azadiya jinan û serhildana wê li djiî siyasetên qirêj e.

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Hediya Yûsif derbarê tundiya li dijî jinê de axivî û anî ziman ku hertim jin tê armanckirin.

Hediya Yûsif balkişand li ser tundiya li dijî jinê ji aliyê civakê ve û wiha got:

“Sîstema baviksalar ditirse ku serweriya jinan a ji dema Sumeran heta niha ya 5 hezar sal, vegere.

Ji lewra tundiya malbatî di civakê de bi pêş ket da ku jin bikevin bin biryarên desthilatê.

Em dibînin ku di hemû qanûnên dewletên herî demokratîk de, qanûnên girêdayî parastina jinan tune ne.”

Hediya destnîşan kir ku li dijî jinan siyaseteke qirêj û sîstematîk tê meşandin, da ku azadî û nasnameya wan bê têkbirin, û pîvanên civakê bi şikandina vîna jinan têk bibin.

Hediya daxuyakirina ku hikumeta AKP’ê di serî de, hemû qanûnên girêdayî azadiya jinan bin pê dike û wiha got:

Rojane em dibînin ku siyastemedarên jin ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest didin û hinek jî dest bi girevên birçîbûnê dikin. Herî dawî jî parêzer Ebrû Tîmtîk bû.Tirkiyê siyasetên xwe li dijî jinên li azadiyê digerin û hewl didin ku sîstemeke demokratîk ya dûrî desthilatdariyê û tundiyê ava bikin, dimeşîne.

“Li dijî faşîzmê serî hildin”

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê, ji ber bêdengiya rêxstinên navneteweyî li hemberî binpêkirin, zilm û tundiya li dijî jinan mixabîniya xwe anî ziman û ev bang kir:

Divê jin saziyên hiqûqî yên taybet bi jinan ava bikin û sîstema xwe ya serbixwe bi pêş bixin û li hemberî sîstema baviksalarî û koletiyê xwedî saziyeke pêşketî bin û sînorekî ji tundiyê re deyinin.

Back to top button