“Cezayê dispilînê dervî mentiqe”

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed derbarê mijarên di rojevê de ji Ronahî tv re axivî.
Rûken Ehmed destpêkê behsa tecrîda li dijî Rêber kir û got:
“Cezayê dispilînê bê wateye.
Armanc ji tecrîdê qutkitina dengê Rêber APO ye.”

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Beriya çend rojan desthilata Tirk qedexeya hevdîtina pêre 6 mehên din dirêj kir.

Ji bo vê di demeke nêz de wê konferansek bê lidarxistin.

Rûken Ehmed Hevseroka TEV-DEM tevlî bernameya Rojeva Herêmê ya televzyona me bû ..

Rûken Ehmed da zanîn ku cezayê dispilînê bê wateye.

“Bi tecrîdê dixwazin dengê Rêber Apo qut bikin”

Rûken diyar kir ku armanca tecrîdê qutkirina dengê Rêber APO ye.

“Tecrîd bê rakirin dê fikrên civakê geş bibin”

Rûken piştrast dike ku rakirina tecrîdê geşkirina fikir û ramanên civakê ye.

“Gel daxwaza azadiya Rêber Apo dike”

Hevseroka TEV-DEM’ê xwedîderketina gel li Rêber Apo bi rengekî pîroz pênase kir.

Osman Zîndanî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir

Back to top button