Hisên Naso bang li hikûmeta Şamê kir: Bi Kurdan re li hev bike

Hiqûqnas û şîrovekarê siyasî Hisên Naso bang li hikûmeta Şamê kir ku bi Kurdan re li hev bike.

Hisên Naso anî ziman ku dewleta Tirk dê dev ji daxwaz û çavnebariyên xwe bernede û got:

”Tirkiyê dev ji çavnebariya xwe bernade û dibe ku çavnebariyên wê piştî hilbijartinan zêdetir bibin.

Li beramberî wê Sûriye helwesta xwe li hemberî Tirkiyeyê ya ku xaka wê dagir kiriye, xurt nekiriye.

Di vegera li Komkara Ereban tenê de helwesteke biçûk nîşan da, ew jî têrê nake.

Bêyî lihevkirina bi Kurdan re wê helwesta Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re lawaz be.”

Hisên Naso anî ziman ku eger hikûmeta Şamê dixwaze herêmên dagirkirî rizgar bike divê bi Kurdan re li hev bike.

Back to top button