Li Libyayê goreke komî hat dîtin

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IMO), da xuyakirin ku vê hefteyê li başûr-rojavayê Lîbyayê “goreke komî” dîtine ku herî kêm cenazeyên 65 koçberan tê de bû.

Berdevkê saziya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku gora komî “ji aliyê rayedarên ji ewlekariyê berpirsyar ve” hatiye dîtin.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de got:

”Şert û mercên mirinên wan nayê zanîn. Her wiha hemwelatiyên kîjan welatî ne nayên zanîn”

Rêxistin di wê baweriyê de ye ku koçber “di dema derbasbûna wan a veşartî ya li çolê de” mirin e.

Di gorê komî de cenazeyê 65 koçberan hatin dîtin

Her wiha Rêxistina Koçberiyê, da zanîn ku rayedarên Lîbyayî lêkolînan li ser van mirinan dikin û got,

“Ji wan û saziyên neteweyên yekbûyî daxwaz dikin ku cenazeyan bi awayekî hesas derxin, nasnameyê koçberên mirine diyar bikin, ji bo veguhestina wan xebat bê kirin”

Li gorî projeya Koçberên Winda yên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî di sala 2023’yan de li ser rêya Behra Spî herî kêm 3 hezar û 129 koçber mirine an jî winda bûne.

Back to top button