Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re nameyek şand û tê de banga piştevaniyê kir.
Demîrtaş di nameya xwe de xwest danişîna wî ya 12’ê Kanûnê were şopandin û got:
“Ez vê nameyê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a ku ev du salin bi awayekî bêhiqûqî lê têm girtin ji were dişinim.
Heya niha nêzî 5 hezar endam û 9 parlementerên partiya min HDP’ê bi heman armancê hatine girtin.
Îro em ji ber azadiya ramanên xwe, mafê xwe yê siyasî û nasnameya xwe ya Kurdî rastî cudakariyeke pir eşkere tên.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP’ê) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di 12’ê Kanûna 2018’an de bê dîtin û 3 rojan dewam bike.