Li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê danişîna biryaradayînê ya Hevşaredarê Seraya Wanê Abdulkadîr Çalişkan ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin pêk hat.
Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza li Çalişkan birî.
Her wiha dadgehê 4 sal û 2 meh li Baran Çalişkan, 3 sal û meh û 15 roj ceza li Ekrem Yucel, Fûlya Şen û Mehmet Dundar birî û di derbarê Mehmet Zakîr Denîz, Necla Ûmaz, Şadiye Ûçak, Yilmaz Şahîn û Zafer Keleş de jî biryara berdanê da.