Li Qahîrayê, avahiyek ji 10 qatan pêk dihat rûxiya, di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.
Vê sibehê li herêma pira El-Siwês ya Rojhilatê Qahîra ya Misrê, avahiyek ku ji 10 qatan pêk dikat rûxiya.
Li gorî ajansa nûçeyan a Skynews’ê, di encama wêraniya avahiyê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.
Her wiha derdora 200 kesî jî di bin kavilan de mane, lewra xebatên derxistina wan berdewam dike.
Hate diyarkirin ku di vê avahiya de, kargeheke cilan hebû û zêdetirî 100 karker tê de dixebitîn..
Duh jî li parêzgeha Sûhac a Misrê du trên li hev qelibîn û herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.