7 Çekdarên girêdayî hikumeta Şamê li Hemayê hatin kuştin

Li Çolistana Hemeyê, 7 çekdarên girêdayî hikumeta Şamê li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan ragihand ku, duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve li bejahiya Iqîrbat a li rojhilatê gundewarên Hemayê kir.

Li gorî Çavdêriyê, 7 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin û 3 jî hatin birîndarkirin.

Li aliyekî din, balafirên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ’ê yên çolistana El-Sexna ya Himsê, 12 êrîşên asîmanî pêk anîn.

Di êrîşên balafirên şer yên Rûsî de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ji duh ve, balafirên şer ên Rûsyayê nêzî 30 êriş li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê pêk anîn.

Li gorî Çavdêriyê, di encama êrîşan de 6 çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Rojihlatê Hemayê hatin kuştin.

Back to top button