“Bi buhaneyên vala Erdogan planên qirêj dike”

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, gefxwarina êrîşên li dijî Şengalê û rêveberiya wê bi buhaneya hêzên biyanî li ser erda wê hene, ji aliyê kesên ku dixwazin biryara şêniyên Şengalê desteser bikin, hatiye amadekirin.

Mala Êzidiyan ev yek bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, sûcên ku îro li dijî civaka Êzidî têne kirin, berdewama azarên dem dirêj ji fermanan ne, ev jî isbat dike ku komployên qirêj li dijî gelê Şegal ji aliyê Erdogan ve têne plankirin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê van gefan şermezar kir û piştgirî da biryara gelê xwe, di heman demê de bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya êrişan bigirin.

Back to top button