Pêngava komkirina îmzeyan li Reqayê dewam dike

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo destpêkirî li herêmê dewam dike.
Heta niha li Reqayê 750 hezar îmze hatin komkirin.
Hate diyarkirin wê komkirina îmzeya li Reqayê heta 30 Adarê bidome û heta wê çaxê dê milyonek îmze hatibe komkirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava komkirina îmzeyan hate ragihandin.

Di vê çarçoveyên de, xebatên komkirina îmzeyan li bajar, navçe û gundewarên herêmê dewam dikin.

Li Reqayê jî, xebatên komkirina îmzeyan ber bi dawî bûnê ve diçe.

Li Reqa 750 hezar îmze hatine kom kirin

Berpirsê komîteyên komkirina îmzeyan Ebd Elselam Hemsûrek derbarê xebatên komkirina îmzeyan got:

“Çend rojin din, wê komkirina îmzeyan li Reqayê bi dawî bibe.

Me heta niha 750 hezar îmze kom kirine û dê komkirina îmzeyan heta 30 Adarê li Reqayê bidome.

Ebd El Selam Hemsûrek da zanîn ku wan ev îmze bi rêya elktronîk jî belge kirine û wiha pê de çû:

“Ev îmzeyên hatine komkirin dê ji Meclisa Yekîtiya Ewropayê û tevahî sazî, dezgehên navnetewî û mirovî re werin şandin.”

Hemsûrek anî ziman, tişta ku niha li Îmraliyê rû dide dijpîvanên exlaqî û mirovî ye, divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi erkê xwe rabe.”

Hevseroka Desteya Jin a Rêveber Emel El Cazim jî ev tişt got:

Dema me îmze kom dikirin, gel bi girseyî dihat, îmzeyên xwe didan û daxwaza wan azadiya Rêber Apo bû.

Li Reqayê komkirina îmzeyan bi eleqeyeke mezin dewam dike

Back to top button