Hêlîn Umît: Li Îmraliyê polîtîkayên qirkirinê di meryetê de ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybeta a Medya Haber TV’yê de tecrîda îmraliyê nirxand.
Hêlîn Umît got: “Di vê pêvajoyê de divê Rêber Apo li navenda têkoşîna me be.
Ji bo vê jî çi ji me tê divê em bikin. Lê divê em bizanin ku di rastiyê de tişta em dikin ji bo me ye.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybat a Medya Haberê de derbarê tecrîdê nirxandinên girîng kir.

Helîn Umît tecrîda li Îmraliyê wekek polîtîkayeke qirkirinê pênasekir û got:

“Li îmraliyê polîtîkayeke qirkirin û êşkenceyê di meryetê de ye.

Rêbertî ji bo ku rewşa li Îmraliyê vebêje, ji bo bide nasandin berê hinek têgehan bi kar anî.

Mesele got: ‘Ez li vir ne girtî, hikûmxwarek ji rêzê me.

Em di destê sîstema qirkirinê ya Tirk de di statuyek dîlgirtî de tên ragirtin.’

Dîsa di dema vegotina rastiya Îmraliyê de têgeha ‘Tabûta Îmraliyê’ bi kar anî.

Ev pênase hemû polîtîkaya qirkirinê ya îmraliyê radixe berçavan”

“Di şexsê rêbertî de dixwazin Tevgera Azadî tune bikin”

Helîn Umît wiha axaftina xwe domand:

“Bi sîstema qirkirina Îmraliyê re rastiya îmhayê ya hatî ferzkirin heye.

Di rastiyê de tê xwestin ku di şexsê Rêbertî de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bê tasfiyekirin.”

Helîn Umît: Rewşa Îmralî û ya derve ji hev neqûtin

Helîn anî ziman ku yên bixwazin ji rejîma qirkirinê ya Îmraliyê fam bikin, bizanin bê ka li Îmraliyê çi dibe, bila li rewşa siyasî, leşkerî û civakî binihêrin û got:

“Rewşa Îmraliyê û ya derve ji hev ne pir cuda ye.

Ev yek Roj bi roj baştir tê famkirin.

Pêkanîn, polîtîka û polîtîkayên qirkirinê yên li Îmraliyê bi hev re dimeşe.

Ji wê boneyê Rêbertiyê got: ‘Ez jî rastîniya civakî, mehkûmiyetê dijîm.”

Helîn Umît: Divê em pergala qirkirinê ya Îmraliyê perçe bikin

Helîn Umît di dawî yê banga şikandina tecrîdê kir wiha got:

“Serdema em tê de ne, divê Rêber Apo di navenda têkoşîna me de be.

Divê em her tiştî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin û pergala qirkirinê ya Îmraliyê perçe bikin.

Ji wê boneyê çiyê me hebe divê em deynin meydanê.

Dixwazin pergala qirkirinê ya Îmraliyê bibin çar aliyên Kurdistanê.

Ji bo wê jî divê gelê kurd, jin, ciwan, pîr û kal ji 7 salî heta 70’ê salî têkoşîna bi dawîkirina tecrîta îmrali yê bidin meşandin.

Back to top button