Koçberiya ber bi Ewropa..Di rojekê de nêzî 1200 koçberî xwe gihand îtalya

Rêveberiya Îtalya bi pêla koçberiyê re ketiye nava tengaviyê.
Di dawiya hefteyê de, pêla koçberiyê ji nişka ve zêde bû.
Hejmara koçberên ku di rojekê de xwe gihandine Îtalyayê, gihîşt hezar û 200 kesî
Rayedarên Îtalyayê ragihandin ku di nava 24 saetan de nêzî hezar û 200’î xwe gihandine welatê wan.
Li Bahamayê keştiyeke koçberan noqav bû.
Di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 25 jî hatin xelaskirin.

Îtalya di dawiya hefteyê de rastî pêla koçberiyê hat.

Koçber bi keştiyan gihiştin benderên cuda yên Sîcîlyayê.

Rêveberên Îtalya gotin, 674 kes li peravên Calabria hatin rizgarkirin û cenazeyê 5 koçberan jî li nêzî keştiyên masîgiran hatin dîtin.

Roja şemiyê hat ragihandin ku 522 kes li ser 15 botan hatin rizgarkirin û ew birine Lampedusa.

Hat diyarkirin ku bot ji Lîbya û Tûnisê bi rê ketine.

Lampedusa yek ji wan benderan e ku pir caran koçberên vê rêwîtiya xeternak ji bo xwe gihandina Ewropa didin pêşiya xwe.

Di nav koçberên rizgarkirî de komên herî mezin ji Efxanistan, Pakistan, Sûdan, Etiyopya û Somalê ne.

Li gorî medyaya Îtalyayê, navenda pêşwaziya koçberan a giravê di hefteyên dawî de nekariye xwe li ber zêdebûnê bigire.

Li gorî ajansa Ansa, hezar û 184 koçber li cihê ku 350 kes dikarin lê bimînin, têne ragirtin.

Rêya Deryaya Navîn yek ji rêyên herî zêde ji aliyê koçberên ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê ve tê bikaranîn û xeternak e.

Di sala 2021 de, Neteweyên Yekbûyî piştrast kiribû ku 3,231 koçber li Deryaya Navîn û bakurê rojavayê Atlantîkê mirin an winda bûn.

Di hilbijartinên pêşwext ên Îtalyayê de mijara koçberiyê weke yek ji mijarên herî girîng tê dîtin.

Li Bagmayê keştiya koçberan noqî avê bû, 17 kes mirin

Li gorî daxuyaniya nivîskî Serokwezîr Philip Davis, piştî ku keştî bi 60 koçberan ji komgiravê derketiye noqav bûye.

Li gorî daxuyaniyê herî kêm 17 koçberên ji Haîtiyê jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî hatine rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, yek jê zarok, zilamek û 15 jin in.

Buroya Serokweziryê texmîn dike ku koçberan hewl dane xwe bigihînin Mîamî û Florîdayê.

Bahama, 80 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Florîda ye, ji 700 giravan pêk tê û 39 ji wan cihê jîngehê ye.

Li Haîtiyê sûcên çeteyan gihiştiye astek giran û gelek kes hewl didin bi rêya deryayê xwe bigihîne Florîdayê.

Back to top button