Tûnisê..dengdana ji bo guhertina destûra bingehî a welat pêk tê

Li Tûnisê ji bo guhertina destûra bingehîn ya welat referandûm pêk tê.
Ji bo vê yekê bêtirî 9 mîlyon Tûnisiyên ku dikarin deng bidin, wê biçin ser sindoqan.
Tevî alîgirên referandûmê dijberên wê jî zêde ne.
Di bin siya van nakokiyan de, welatî serê siharê berê xwe dan cihê bikaranîna dengdanê.

Ji bo referandûma ku pêşnûmeya destûra bingehîn ya ji 142 xalan pêk tê di 30’ê Hezîranê de ji raya giştî re hatibû eşkerekirin.

Li seranserê welêt li 11 hezar û 236 sindoqên ku li 4 hezar û 216 navendan hatine danîn, dengdanê li gorî dema herêmî saet 06:00’an dest pê kir.

Li hindir û derveyî welat bi giştî 9 milyon û 296 hezar û 64 hilbijêrên Tûnisî hene ku dikarin dengê xwe bikar bînin.

Bikaranîna dengan wê heta heta saet 22:00’an bidome.

Di daxuyaniya ku duh êvarê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve hat dayîn de hat ragihandin ku li tevahiya Tûnisê di navbera saet 06.00-22.00’an de hilbijêrên li derveyî welat wê 23-24-25’ê Tîrmehê saet di navbera 08.00 û 18.00’an de dengên xwe bidin.

Ji bo referandumê 84 hezar kes hatine erkdarkirin

Serokê Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Faruk Buasker di 1ê Tîrmehê de ragihandibû ku wê 84 hezar karmend di zêdetirî 11 hezar sindoqên ku li seranserê welêt bên danîn de bixebitin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê li 298 navendan ji bo dengdana li derveyî welat 378 sindoq bên danîn.

Serokê Tûnisê Qays Seîd di 25’ê Tîrmeha 2021ê de bi rawestandina karê Meclîsê parêzbendiya parlementeran rakir û di 22’ê Îlona 2021’ê de jî bi biryarnameyên nû rayeyên xwe berfireh kir.

Her wiha desteyên rêveberiyê bi temamî xiste bin kontrola xwe.

Seîd bi “nexşeya rêya derketina ji qeyrana siyasî” ku di 13’ê Kanûna 2021’ê de eşkere kiribû, diyar kiribû ku wê di 25″ê Tîrmeha 2022″an de referandûma guhertina destûra bingehîn pêk bîne.

17’ê Kanûna 2022’an jî wê hilbijartina giştî ya pêşwext pêk hatiban.

Heta ev yek hemû pêk werin jî wê Parlamento girtî bimîne.

Back to top button