Di weşana zindî de promter sekinî Erdogan nav hev ket

Promter an jî cihazê herikîna nivîsê rawestiya, Serokomarê Tirkiyê Erdogan, di weşana zindî de, nav hev ket.

Serokomarê Tirkiye û serokê AKP’ê Erdogan, dema bi boneya pîrozkirina cejna qurbanê li rêxistinê partiya xwe ya 81 bajaran de, qezayek a promtirê pêre derket.

Erdoganê ku bi leza nivîsa li ser promtirê re negihişt, di weşana zindî de destwerdan kir.

Erdoganê nivî jê derbas bû, nav hev-ket û ji kesên li kêleka were got,

“Nivîsê paşde bîne, paşde bîne.”

Dema şêwirmend dibêje em di weşana zindî de ne, Erdogan ji bêçaretiyê tenê lêva xwe gez dike.

Ev weşana zindî jî di çend televîzyonan de dihat weşandin.

Di Hezîrana 2018 an de jî, li Amedê careke din promter rawestiya bû û Erdgan jî rawestiyabû.

Back to top button