Dûran Kalkan: Divê Êzidî xwe bi rêxistin bikin û rê nedin ku careke din qirkirin bê kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî Salvegera DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de diyar kir divê Êzidî bi rêxistinbûneke xurt careke din rê nedin ku qirkirin bê kirin.
Kalkan got, “Civaka Êzidî dixwaze xwedî rêveberiya xwe be, sîstema xwe ya xweseriya demokratîk pêk bîne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê Salvegera 8. ya Fermana 73’an a li ser civaka Êzidî ji kanala Medya Haberê re axivî.

Dûran Kalkan di şexsê şehîdên mezin ên mîna Zekî Şengalî, Seîd Hesen de, şehîdên berxwedana Şengalê bi bîr anîn.

Kalkan bibîrxist ku li ser Şengalê êrişa qirkirinê hate kirin û wiha axivî:

“Herkesî ev êrişa qirkirinê dît. Li hemberî vê yekê hêzên HPG û YJA Starê berxwedaneke mezin nîşan dan û têkoşiyan.

YPG û YPJ’ê jî piştgirî dan. Destûr nehate dayin ku komkujî bigihêje asta qirkirinê. Bi vî rengî pêşî li qirkirinê hate girtin.

Destûr nehate dayin ku di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê de mîna deqeke gemarî li rûyê mirovahiyê bikeve.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku berxwedana heyî ya li Şengalê gelekî hêja ye û wiha dewam kir;

“Şehîdên mezin ê vê berxwedanê ên mîna Zekî Şengalî, Seîd Hesen çêbûn.

Vaye 8 sal in ji bo çareseriyê lêgerîn tê kirin. Di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de hin biryar hatin wergirtin.

Tirkiye timî êrişan dike. Piştî ku DAIŞ têk çû, Tirkiye kete dewrê û ji bo komkujiyan êrîşên ezmanî dike.

Ji bejahî ve jî xwest PDK’ê, rêveberiya Iraqê bide êrişkirin. Li hemberî vê yekê berxwedan hate nîşandan.

Civaka Êzidî dixwaze xwedî rêveberiya xwe be, sîstema xwe ya xweseriya demokratîk pêk bîne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiyê de diyar kir ku têkoşîneke gelekî mezin heye û got,

“Divê ev têkoşîn bi biryardarî bê meşandin û bi rê û rêbazên guncaw çareseriyê pêk bînin.

Lê belê divê teqez xwedî wê rêxistiniyê bin ku careke din rê nede qirkirinê û êrîşên komkujiyê.”

Back to top button