Endama Komîteya Karê Derve ya Meclisa Iştar a Wargeha Mexmûrê, Leyla Arzû Îlhan têkildarî salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li ser civaka Êzidî dibêje: “Gerîlayên HPG û YJA Star, şervanên YPG û YPJ’ê karîn pêşî li fermaneke mezin li ser Êzidiyan bigrin.”
Leyla Arzu Îlhan anî ziman ev êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, encama lewaziya di aliyê xwerêxistinkirinê de bû û armanc civaka Kurd bû.
Leyla Arzu piştrast kir eger ne ji parastina gerîlayên HPG û YJA Starê ba, wê qirkirinên hîn mezintir li Başûrê Kurdistanê hatiban kirin.
Dawiya nirxandinaxwe Leyla Arzû tekez kir eger civaka Kurd û hemû civakên heyî bi hev re têbikoşin, wê karibin rê li ber hemû êriş û fermanan bigirin.