Li Reqayê jinan civîna xwe ya salê li dar xistin

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de, endamên Kombûnê û yên Meclisa Jinan a Sûriyê û gelek kesên din hazir bûn.

Li wir berdevka Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa rewşa siyasî şîrove kir.

Xod El Îsa behsa êrişên Tirkiyê kir û bêdengiya li hember wê weke hevkarî bi nav kir.

Her wiha di civînê de perspektîfên rêber Apo ên azadkirina jinê hatin xwendin.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên îsal ên Nivîsgehê hat pêşandan û rapora salane hat xwendin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû, ji wan:

Divê têkoşîn were bilindkirin. Hevkarî di navbera rêxistin û tevgerên jinan de hebe.

Komîteya têkiliyên dîplomasî were aktîfkirin. Projeyên aborî yên xurtkirina aboriya jinan werin vekirin.

Çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo werin xurtkirin.

Back to top button