Li Amerîkayê bûyereke balkêş qewimiye. Gelek nêçîrvên masiyan dixwazin semasiyan bigirin, lê ev yek wêrekî û jîrbûnê dixwaze. Lê zarokekî 12 salî karibû vê yekê bike û semasiyekî mezin bigire.
Kambil Kînan, zarokekî 12 salî ye..
Bi malbata xwe re, gemiyekê kirê dikin û li peravên Fort Lodirdîl ê Filordîayê, derdikevin geştiyariyeke masîgiriyê.
Lê li vir jîrbûna zarokê 12 salî xuya dike..
Ew li ber semasiyekî digire û bi rêbazên zane, wî ber bi xwe ve dikişîne..
Piştî saetekê ji hewldanan dikare Semasiyekî mezin ku rengê wî spî ye bigire.