Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
Civîn bi diruşma “Ji bo pêşxistina saktora tenduristiyê kedê bidin” pêk hat.
Di civînê de sînevîsyonek li ser xebatên Komîteya Tenduristiyê yên îsal hate pêşandan.
Her wiha rapora siyasî hat nirxandin û tê de behsa pêşdeçûnên siyasî yên li cîhanê hat kirin.
Di dawiya civînê de nîqaşên li ser xebatên komîteya tenduristiyê hatin kirin.
Û civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû û ew jî wiha ne:
Erebeyên ambulancê ji hemû navend û nexweşxaneyên Dêrazorê re werin amadekirin.
Xeta xizmetguzariyê ya kehrebê ji tevahî navend û nexweşxaneyên Dêrazorê re were dabînkirin.
Cerên oksojînê ji hemû navendên tenduristiyê re werin peydakirin, bi taybet di vê demê de.
Projeya Nexweşxaneya Kîsra ya mezin temam bibe.



