Artêşa Nîjerya: Hejmarek zêde terorist hat kuştin

Artêşa Nîjeryayê li dijî ISWAP ku şaxê rojavayê Afrîqa ya DAIŞ’ê ye operasyonek hewayî pêk anî û di operasyonê de hejmarek zêde çete hatine kuştin.

Artêşa Nîjeryayê ragihand ku di operasyonên hewayî ya li eyaletên Zamfara û Nigerê de hejmarek zêde kesên çekdar hatine bêbandorkirin.

Berdevkê Hêzên Hewayî ya Nîjeryayê Edward Gabkwet derbarê êrîşê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Edward Gabwet diyar kir ku li dijî ISWAP’ê ku şaxê rojavayê Efrîqayê ya DAIŞ’ê ye li hin heremên girêdayî eyaleta Zamfarayê operasyoneke hewayî pêk hatiye.

Gabkwet anî ziman ku di operasyonê de serçeteyên wan jî di nav de hejmarek zêde kesên çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Her wiha Berdevkê Hêzên Hewayî ya Nîjeryayê da zanîn ku kamp û depoyên lojîstîkê yên çeteyan hatine îmhakirin û hejmarek zêde jî çek û cebilxane hatiye bidestxistin.

Nîjerya di van demên dawîn de li herêmên cuda yên welêt rastî êrîşên çeteyên çekdar û rêxistinên terorê yên Boko Haram û ISWAP ên şaxa rojavayê Afrîkayê ya DAIŞ’ê tê.

Nîjer hevkariya leşkerî ya bi Amerîkayê re bi dawî kir

Back to top button