Hizbullah êrîşî hêzên Îsraîlê kir

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku hêzên Îsraîlî li deverên curbicur ên li ser sînor ji bo piştgiriya gelê Filistînê li Şerîda Xezayê bûne hedef.
Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî diyar kir ku ji bo rawestandina wêranî û qirkirinê pêwîstî peymana ji bo agirbestê heye.

Li gorî nûçeya Alem El-Erebî (AWP), Hizbullahê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku wan hêzên Israîlî li derdora Malikiye û herêma Birkat Rîşa bi moşekan kirine armanc.

Hizbullahê her wiha ragihand ku hêzên Îsraîlê li başûrê herêma Branitê û derdora Girê Teyhatê hatine xistin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya duh bi şev de hat ragihandin ku di encama bombebarana ji aliyê Lubnanê ve li herêma Manarayê 2 leşker sivik birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku xala çavdêriyê ya çekdarên Heşda Şeibî bi balafirên şer hatiye armanckirin.

Artêşa Îsraîlê herwiha eşkere kir ku bi topan êrîşeke berovajî ber bi çeperên ku ji nav axa Libnanê ber bi deverên curbicur ên Îsraîlê ve hatine avêtin, hatiye kirin.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî diyar kir ku ji bo rawestandina wêranî û qirkirinê pêwîstî peymana ji bo agirbestê heye.

Mikatî di axaftina xwe de got:

“Tevî tehdîdên tund ên Îsraîlê jî, baweriya me bi agirbesta ku li Xezayê tê kirin wê welatên herêmê jî bigre nav xwe û em ê bibin şahidê îstiqrara demdirêj.”

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku kêşeyên navxweyî yên Lubnanê tirsa şerê li Xezeyê û êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê ji bîr nakin.

Piştî ku di 7’ê Cotmehê de li Şerîda Gazzeyê şer dest pê kir, her roj di navbera artêşa Îsraîlê û rêxistina Hizbullah a Lubnanê de êrîşên li ser sînor tên kirin.

Êrîşên Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê

Back to top button