Ji bo rewestandina şerên di navbera Cîn û Hindistanê, li Rûsyayê navbera her du weletan de lihevkirin pêk hat.
Duh di navbera Wezîrê Karên Derve yê Cînê Wang Yî û hempîşeyê xwe ya Hindistanê Subramaniyam Jaishankar li paytexta Rûsya Moskoyê civînek pêk hat.
Piştî bidawîbûna civînê herdu aliyan daxuyaniyek da û rawestandina şerê navbera Çîn û Hindistanê ragihand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê hêzên herdu welatan di demek nêz de şer rewestînin û ji bo çareseriyê diyalogan bidomînin.
Herdu aliyan li hev kir ku ji kiryarên ku dibe sedema gurkirina şer bi dûr kevin.
1962’an di navbera Çîn û Hindistanê li ser sînorê ku heya niha nehatiye diyarkirin şer derket.
Beriya çend mehan jî navbera herdu weletan de carek din şer rû da û herî kêm 20 kes hatin.