Li Amerîka şewat..Di nava 24 saetên dawî de 15 kes mirin

Li Rojavayê Amerîka şewat dewam dike. Ji ber şewatê ya li eyaleta Oreganê nîv milyon kes ji cihê wan hatin derxistin.

Rayedarên xwecihî diyar dikin ku dibe hejmara kesên ku ji ber şewatê mirine zêdetir bibin.

Ekîbên agirkujiyê diyar kirin li Oreganê li qadeke 365 hezar hektar şewat heye û ew dijî vê têdikoşin.

Li eyaletê bi kêmanî 5 bajar bi rêjeyeke zêde şewitîn.

Li bakurê Kalîforniyayê ji roja pênşemê ve şewat li 37 cihan didomin.

Li gorî agirkujan li herêmê qadke 360 hektar bû xwelî.

Şewatan xwe gihandin heta bi San Dîagoyê yê li sînorê Meksîkayê.

Li gorî waliyê Washîngtonê nêzî 200 hezar Hektar şewitiye.

Back to top button