Selaheddîn Demîrtaş : AKP’ê ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd êrişî Sûrî dike

Hevserokê berê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş ku niha li zindanê dîl tê girtin, hişyar kir ku dewleta Tirk wê êrişî Bakurê Sûrî bike. Demîrtaş anî ziman ku armanc ji êrişê têkbirina îradeya gelê Kurd e û got; Bila kes xwe nexapîne, tenê ji bo di hilbijartinên bên de biserkeve, desthilata AKP-MHP’ê biryara êrişê dan. Dixwazin dagirkeriya xwe berfereh bikin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş, gefa dewleta Tirk a êrişa li dijî Bakurê Sûrî nirxand.

Demîrtaş diyar kir ku êriş wê zerareke mezin bide jiyana gelan û got;

“Tişta AKP’ê dixwaze bike ne parastina Tirkiyê ye, berevajî ew tenê dixwaze îradeya Kurdan û gelên Sûrî bişkîne.

Her kes baş dizane ku ti sedemeke biçûk a vê êrişa dagirkeriyê tine ye. Lê AKP tenê ji bo di hilbijartinan de biserkeve, planeke wiha amade kiriye.

Û bi gotina “parastina welat” hewl dide her kesî bixapîne.”

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku AKP’ê amadekariya tevgereke nû ya dagirkeriyê dike û got;

Pêla nijadperestî û şovenîzmê bilind dikin. Bi vê êrişê hewl didin desthilata xwe ji rewşa perçebûyî rizgar bikin.

Ji ber ku Kurdan weke talûke dibîne, Demîrtaş AKP weke durû binav kir û got;

“Dibêjin ma wê çawa Tirkiyê bi terorîstan re rûnê?

Bi rastî kenê mirov bi van gotinan tê.

Niha em ji wan derdoran re bêjin;

Ma ji ber ku melek e, Erdogan li gel Prensê Siûdî hevdîtin pêk anî?

Ma gelo ji ber ku bedena xwe bi ava Zemzemê şûştibû, Erdogan prensê Îmaratê pêşwazî kir?

Başe hûnê ji bo hevdîtina li gel Îsraîlê çi bêjin?

Ti gotineke we ji bo hevdîtina li gel Talîbanê heye?

Ka we îdîa dikir ku Sîsî derbekar e. Hûn niha amadekariya hevdîtinê li gel wî dikin.

Yanî hûn dikarin bi van derdoran re hemûyan bicivin, lê dema mijar dibe Kurd, hûn wan weke terorîst dibînin.”

Hevserokê berê yê HDP’ê, di serî de gel, bang li hêzên demokrasiyê kir da ku li dijî şer bi wêrekî dengê xwe bilind bikin.

Back to top button