Biden ferman eşkerekirina agahiyên li ser êrişa 11’ê îlonê ji bo gel da

Serokê DYA Joe Biden fermanda Buroya lêpirsînê ya Federal (FBI) ku belgeyên têkildarî êrişa terorî ya 11’ê Îlona 2001’an eşkere bike.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî, Serokê DYA Joe Biden ferman da Wezareta Dadê û ajansên din ên têkildar ên federalî ku bi biryarnameya wî îmze kirî, dest bi xebata eşkerekirina belgeyên têkildarî êrişa 11’ê Îlonê bikin.

Biden bibîr xist ku wî di pêvajoya hilbijartinê de soz daye û ev soz di salvegera 20’an a êrişên terorîstî yên 11’ê Îlonê de bicih aniye.

Biden diyar kir ku FBI xebatên ku heta niha bi veşartî dida meşandin wê di nava 6 mehan de bi gel re eşkere bike.

Di êrişên terorîstî ya 11’ê Îlona 2001″an de li DYA, 4 balafirên rêwiyan hatin revandin û du ji wan balafiran li Bircên Cêwî ketin.

Balafirek din a revandî Pentagon a li paytext Washington kirîbû armanc.

Balefira çaremîn jî li gundewarê Pensîlvanya ji hêla F-16 ve hatibû xistin.

Di van bûyeran de nêzî 3 hezar kes miribûn.

Back to top button