Desteya Tenduristiyê: Em amade ne di hemû şert û mercan de kar bikin

Desteya Tenduristî û Hevbendiya NADA bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, yekitiyên xebatkarên tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişên domdar yên dewleta Tirk a dagirker û şehîdxistina welatiyên sivîl û hate diyar kirin ew ê li dijî êrişan erkên xwe bi cih bînin.

Di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî û WHO′ hate kirin ku li hember êriş û sûcên dewleta Tirk rabin.

Hevbendiya NADA êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Hevbendiya NADA jî têkildarî êrişên dewleta Tir daxuyniyeke nivîskî weşand û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dewleta Tirk bi êrişên xwe sûcên şer û dij mirovî dike û qanûn navnetewî binpê dike.

Hevendiya NADA bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku li ber êrişan rabin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Back to top button