“Dijî êrişan em ê parastina gel û axa xwe bikin”

Şervanên Asûrî, Suryanî, Kurd û Ereb li her cihî dijî dagirkeriya tirk û êrişên wê li berxwe didin û di yek çeperê de parastina ax û gelê xwe dikin.
Şervanên ku di Meclisa Leşkerî yên Til Temir cih digirin teqez dikin ku wê li dijî her cûre êrişan bisekinin.

Weke Hêzên Heres Xabûr, emê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her cihî dike hadef, bê goman emê li hemberî Erdogan bê deng nemînin.

Wek Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina ax, gel, gund û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê mil bi mil li dijî êrîşên Erdogan bisekinin û bi ser bikevin.

Çeteyên dagirkeriyê dixwazin planên xwe li herêmên me bi cih bînin, lê bi ser nakevin.
Emê bi yek destî di bin ala Hêzên Sûriya Demokratîk de, gelê xwe biparêzin.

Wek hêzên leşkerî yên Suryanî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dikin.

Dagirkeriya Tirk binezasiya herêmê dike armanca êrişan, dixwaze jiyana gel xira bike û tevlîheviyê navbera pêkhateyan de derxîne.

Emê her û her dijî çeteyan û tirkiyê derkevin û biratiya heyî biparêzên.

Em parastina ax, azadî, zarok û welatê xwe dikin û emê herdem li pêşiya dijmin bibin kelem û parastinê bidomînin.

Back to top button