Sunday 2026/06/14
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

TAJÊ derbarê encamên fermanê û êrişên dewleta Tirk de raporek ji saziyên navnetewî re şand

August 3, 2022
in JIN, KURDISTAN
A A
MXDŞ: SERKEFTINA BAXOZÊ TOLHILDANA 3’Ê TEBAXA 2014’AN E
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî,-TAJÊ bi wesîleya salvegera 8. ya êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, derbarê encamên fermanê û gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê raporek ji zêdeyî 100 saziyên navnetewî re şand. Di raporê de tê diyar kirin niha gefa herî mezin ya li ser Şengalê êrişên dewleta Tirk in û daneyên dawî yên li ser encamên Fermanê jî hatine parvekirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 8’an a êrişa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an, derbarê encamên êrişê û her wiha gef û êrişên dewleta Tirk raporek amade kir û ji saziyên navnetewî re şand.

Di destpêka raporê de wiha tê gotin,

“Civaka Êzîdî yek ji civakên herî qedîm a mirovahiyê ye û xwedî çandeke xurt a jiyanê ye.

Di dîroka civaka Êzîdî de bi sedan qirkirin û ferman hatin kirin. Lê herî zêde behsa 74 fermanan tê kirin ji ber ku komkujiyên herî mezin û dijwar bûn ku tu car di bîra civaka Êzîdî de nayê jibîrkirin.

Cîhan, civaka Êzîdî ji çand û baweriya wê zêdetir bi ferman û komkujiyan nas dike. Wek xelkê Êzîdî ev rastî ji bo me pir bi êş e.

Fermana 74’an, di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Bêguman di nav civaka Êzîdî de ev Ferman bû sedema gelek êş, travma û windahiyên mezin.

Bi deh hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, revandin û dîlgirtin. Zarok bi zorê kirin çeteyên DAIŞ’ê.

Her wiha bi sed hezaran welatiyên Şengalê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Heta roja îro, derdora 200.000 ji wan li başûrê Kurdistanê li kampan di rewşeke xirab de dimînin.

Êrîş li ser hemû nirxên Êzîdî hatin kirin. Heta niha jî aqûbeta bi hezaran Êzîdî ne diyar e.”

TAJÊ: 2.869 Welatiyên Êzidî hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, 1184 jin hatine rizgarkirin

TAJÊ’ê di raporê de derbarê daneyên dawî yên li ser encamên komkujiyê ev agahî parve kir;

Jinên ku hatine revandin: 3 504

Mêrên ku hatine revandin: 2 869

Kesên ku hê jî di destên DAIŞ’ê de ne: 2 941

Zarokên ku bê dê û bav mane: 2 166

Kesên ku hatine koçberkirin: 360 000

Kesên ku hê jî li kampên Başûr in: 200 000

Kesên ku ji Iraqê derketine: 10 000

Kesên winda û agahî ji wan nîn in: 220

Gorên komî: 87

Gorên ku hatine vekirin: 33

Jinên ku hatine rizgarkirin: 1 184

Mêrên ku hatine rizgarkirin: 337

Êzîdiyên ku vegeriyane Şengalê: 150 000

Di raporê de qala êş û zehmetiyên ku jinan ji ber êrişa DAIŞ’ê kişandine jî tê kirin û wiha tê gotin;

“Di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûne qurbanî. Bi rêka asîmilekirin û qetilkirina jinan armanc ew e ku nasname, çand û baweriya civakê bê tunekirin. Fermana 3’ê Tabaxa 2014’an ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê jî yek ji van mînakan e.

Dema ku jin ketin nav destên DAIŞ’ê, piranî hatine tecawizkirin, wekî dîl hatin firotin û bi zorê bi çeteyan re hatin zewicandin.

Bi dehan jinên Êzîdî ji bo ku nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn.”

TAJÊ: Niha li ser Şengalê gefa herî mezin êrişên dewleta Tirk e

Di raporê de bal hatiye kişandin li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û wiha tê gotin; “Piştî ku Şengal ji hovîtiya DAIŞ’ê hat xelaskirin, pirsgirêka herî cidî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk in. Ev êrîş ji sala 2017’an ve dewam dikin.

Di bombebarana nexweşxanexa Sikêniyê ya ku 17’ê Tebaxa 2021’an hat kirin de 8 kesên nexweş û karkerên tenduristiyê hatin kuştin de jî hate dîtin hemû mexdûrên êrîşên dewleta Tirk sîvîl în.”

Previous Post

⁣CANGORIYÊN AZADIYÊ

Next Post

Selaheddîn Demîrtaş : AKP’ê ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd êrişî Sûrî dike

Weşana girêdayî

Veysî Aktaş: Ev konferans pir girîng e
KURDISTAN

Veysî Aktaş: Ev konferans pir girîng e

“Lehengtiya YPJ li dijî DAIŞ çavê cîhanê zivrand ser xwe”
JIN

Bi hebûna YPJ`ê re dê deskeftiyên Şoreşa Rojava werin parastin

39 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin
KURDISTAN

Baroya Wanê ji Wezaretê xwest kû biçe hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye