Gaziyên şer ên Minbicê: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin

Ji ber ziyaneke mezin ji êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê de dîtine, birîndarên şer ên Minbicê bi tundî van êrişan şermezar dikin. Ew dibêjin: “Em ê rê nedin axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, were dagirkirin û heta dawî li ber xwe bidin.” 

Ferhad Kobanê ku yek ji endamên Saziya Gaziyên Şer a Minbicê ye li dijî êrişên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da û ev got:

“Di van demên dawî de dewleta Tirk her cure çekan li dijî herêmê bi kar tîne.

Naxwaze em bi ewle bijîn, ji ber vê yekê êrişên xwe zêde dike.”

Endamê Saziya Gaziyên Şer Şengal Turkmanî jî dibêje:

“Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmê, êrişên xwe zêde dike.”

Turkmanî dawiyê tekez kir çawa wan ji bo tunekirina DAIŞ li ber xwe da, ew ê dagirkeriyê jî têk bibin.

Back to top button