Li Şedadê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên asayîşa li bajarokê Şedadê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê operasyonek lidarxist.
Di encamê de 2 çete hatin girtin.

Hêzên asayîşê li ser operasyonê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya operasyonên ewlekarî yên serkeftî ji bo şopandina bermahiyên şaneyên DAIŞ’ê piştî çavdêriyê, ji aliyê hêzên Dezgeha Ewlekariya Giştî ve operasyonek hate lidarxistin.

Di dema serdegirtina li ser cihê wan ên veşartî de, çeteyan mermî avêtin û me jî bersiv da.

Piştî demeke din 2 çete hatin girtin.”

Asayîşê diyar kir ku çek jî di navê de gelek alavên din yên çeteyan hatin desteserkirin.

Her wiha asayîşê derbarê encama lêpirsîna ku bi çeteyan re jî hatiye kirin ev agahî parve kir:

“Di encama lêpirsîna bi çeteyên şaneyê re hat dîtin ku li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bi çeteyên DAIŞ’ê re di nava têkiliyê de ne.

Gelek nuqteyên ewlekariyê jî kirine hedef û kiryarên tirsandin, şelandin û gefxwarin li welatiyan kirine.

Lewra ew bo Dozgeriya Giştî hatin veguhestin da ku tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî wan bên girtin.”

Back to top button