Li kampa Holê, ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin bûyerên êriş û kuştinê yên ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dewam dikin. Jina bi navê Letîfa Silêman a ji bajarê Helebê, kuştî hat dîtin.
Îro li kamba Holê, dema ku hêzên operasyonê yên Asayîşê dewriyeyên xwe yên rûtînî digerînin, li nava beşa 5. cenazeyê jineke kuştî ditîn.
Li ser vê yekê Rêveberiya Kampê tê agahdarkirin û tevî endamên operasyonê diçin cihê bûyerê..
Derket holê ku kesa hatiye kuştin, jina bi navê Letîfa Silêman a ji bajarê Helebê ye..
Letîfe Silêman 63 salî ye, şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li nava Kampê ew bi kêrê serjêkirine û cenazeyê wê avêtine cihên kanalizisyonê…
Cenazeyê Jina kuştî Letîfa Silêman ji bo nexweşxana Heyva Sor a Kurd hat rakirin.



