Çeteyan ji gundê Menejîr yê Serê Kaniyê 4 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl ji gundên Serê Kaniyê ya dagirkirî revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser gundê Menejîr yê Serê Kaniyê de girt û 4 sivîl revandin.

Çavdêriyê duh jî eşkere kir ku ku artêşa dagirker bi ser gundê El-Zîdî yê bajarokê Silok ê Girê spî de girtibû û 7 sivîl ji êla El-Bedo revandibûn û malên wan wêran kirin û zêrên jinan jî dizîn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurû Sûrî jî diyar kir ku ji destpêka meha Kanûnê, navên 22 sivîl yên ku ji Serê Kaniyê û Girê Spî hatine revandin belgekirine.

Back to top button