Besê Hozat: Pêngava azadiyê gihişt asteke navnetewî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwest li ser Iraq û Sûriyê hegemonya xwe ava bike û got:
“Bi vê armancê polîtîkayên dagirkerî, neo Osmanî, emperyalîst li Kurdistanê dan meşandin.
Lê bi berxwedan gel û gerîla di planên xwe de nema encam digrin”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û tecrîda giran a li ser Rêber Apo, pîrozbahiyên Newrozê yên salê nirxand.

Besê Hozat di despêka nirxandinê xwe pêngava li dijî tecrîdê nirxand û dazanîn ku pêngav global bûye û wiha got:

“Bêguman pêngava azadiye gihîştiye asteke gelekî girîng, pêngav global bûye, gerdûnî bûye.

Rêber Apo bû Rêberekî gerdûnî. Bi taybetî 10’ê Cotmehê bi pêşengiya dostan pêngavê destpê kir û gihîşt asteke navneteweyî.

Di asta cîhanê de xwedîderketineke cidî ji bo Rêber Apo pêk hat.

Di pêşvebirin, xurtkirin, globalbûyîna pêngava azadiyê de, di dagirtina rojevê de roleke mezin a berxwedana gerîla hebû. Ez berxwedan hevrêyan jî silav dikim.”

“Gelê Kurd di qada Newrozê de got Rêber Apo îradeya me ye”

Besê Hozat diyar kir ku gelê kurd di Newrozê de li dijî dewleta Tirk helwestekî xurt raber kir û got:

“Newroza ku bi milyonan mirov tevlî bûn destpêka qonaxa duyemîn a pêngava azadiyê ye.

Li dijî dewlet û desthilatdariya qirker mêtinger helwesteke. Hilweşîna polîtîkayên wan ên sed salî ye.

Ev berxwedan li dora berxwedana Rêber Apo pêk tê û vê berxwedanê van polîtîka û plana têkbirinê têk bir. Gelê kurd got, Rêber Apo îradeya me temsîl dike.”

Besê Hozat: Dewleta Tirk li berxwedana gerila qelibî û asê ma

Hevseroka Konseya Rêveber KCK’ê diyar kir ku dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka kurdistanê tiştên ku armanc dikir ne karî bike û got:

“Dixwestin Mûsil, Kerkûkê jî dagir bikin. Hem Başûr, hem jî li Rojavayê Kurdistanê dixwestin xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîlî.

Dixwest li ser Iraq û Sûriyê hegemonya xwe ava bike.

Bi vê armancê polîtîkayên dagirkerî, neo Osmanî, emperyalîst meşandin.

Lê belê gelê kurd li dijî dagirkeriyê li berxwe da.

Hat li bin guhê berxwedana bi heybet a gerîla ket û xitimî, asê ma, nema dikare encam bigre”

Besê hozat: Tirkiyê çeteyên DAIŞ’ê dişîne Iraqê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat gefên dewleta tirk ên li hember Iraq û Sûriyê jî nirxan û got:

“Polîtîkaya dewleta Tirk gelekî eşkere ye, teqez Mîsakî Mîlî ye, dixwaze li ser Iraqê bandora xwe zêde bike, ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve hegemonya xwe pêk bîne.

Heman polîtîkayê li Sûriyê dimeşîne. Bi rêya çeteyan gefê li dewleta Sûriyê dixwe, li ber destê wan bi deh hezaran çete hene.

Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin me, tiştên şênber jî hene, DAIŞ bi rêxistin kiriye, dişîne Iraqê ji bo ku li Iraqê çalakiyê bike.”

Back to top button