Li Belçîka êrişên Tirkên nijadperest ên li dijî Kurdan

MÎT’a Tirk li Belçîka bi rêka komên nîjadperest ê Tirk, li dijî kurdan êriş da destpêkirin.Kurdistanî û dostên xwe daketin qadan û nîjadperestiya dewleta Tirk bi daxuynî, meşan şermezar kirin û gotin:
“Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo cîhanê jî xetere ye.”

MÎT’a Tirk li Belçîkayê li pêy provakasyonan e.

Li bajarê Heûsden-Zolder ê herêma Lîmboûrg a Belçîkayê, komên nijadperest ên Tirk êrîş birin ser malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan.

Li seranserî welatên Ewropayê Kurd daketin qadan û êrîşên nijadprest bi çalakiyan cûda şermezarkirin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya şermezariyê hat lidarxistin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” bi dawî bû.

Li Almanyayê êrîşên komên nijadperest hatin şermezarkirin

Li gelek bajarên Almanyayê êrîşên komên faşîst ên AKP-MHP’ê bi daxuyaniyên zimanê Almanî, Îngîlîzî hatin şermezarkirin.

Bi dehan Kurdistanî li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê li hev civiyan, êrîşên nijadperest ên çeteyên AKP-MHP’î şermezar kirin.

Li bajarê Gîessen ê Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîş şermezar kirin û peyamên hevgirtin û yekîtiyê dan.

Li Darmstadtê jî êrîş hat şermezarkirin

Li Kasselê jî Kurdistanî daketin qadan.

Bi pêşengiya ciwanên Kurd li Swîsreyê jî çalakî hatin lidarxistin û êrişa faşîstan a li Belçîkayê hate şermezarkirin.

Feda: Em ê li hember zilmê hîn bêhtir li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk êrîşên komên nijadperest bi daxuyaniyekê şermezar kir û got:

“Em bang li her kesî dikin ku di zûtirîn dem de li dijî şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan pêktîne rawestin û li hember zilmê hîn ber xwe bidin, rêxistina xwe xurtir bikin.”

Li Brukselê li dijî êrîşa nijadperestî nerazîbûn hate nîşandan

Back to top button