![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/03/BERNAMA-SANO.jpg)
Sibe 27’ê Adarê Roja Şano a Cîhanî ye.Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, dê li 9 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî werin lidarxistin.
Li Bakur Rojhilatê Sûriyê her sal, bi boneya 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê û ji bo bîranîna Şehîd Yekta Herekol çalakî tên lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, Tevgera Mezopotamiya a Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bernameya çalakiyên eşkera kir.
Çalakî dê bi beşdariya 16 komên şanoyê li 9 navendan werin lidarxistin.
Bernameya çalakiyên Roja Şano ya Cîhanê wiha ye:
- Li Navedna Çand û Hunerê ya Dîcle a bajarê Dêrikê, şahyek û bîranîn werin lidarxistin û şanoyek were pêşandan.
- Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Girkê Legê, dê şahî û bîranîn werin lidarxistin û 2 şano werin pêşandan.
- 27 û 28’ê Adarê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo 6 şano werin pêşkêşkirin, şahiyek û bîranîn werin lidarxistin.
- Li Navenda Çandê ya Xabûr a bajarê Hesekê şahî û bîranîn werin lidarxistin û şanoyek were pêşandan.
- Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a bajarê Kobanê şanoyek were pêşandan, şahiyek û bîranîn werin lidarxistin.
- Li navenda Çandê ya li Tebqayê şahî û bîranîn werin lidarxistin û şanoyek were pêşandan.
- Li Navenda Çandê ya bajarê Reqayê dê şahî, bîranîn û şanoyek werin lidarxistin.
- Li navenda Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê jî şahî, bîranîn û şanoyek werin pêşkêşkirin.
- Şehîd Yekta Herekol dê li ser gora xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê were bîranîn û şanoyek were pêşandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekta Herekol 27’ê Adara 2004′ an li dijî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan li Meydana Saadallah El-Cabirî ya li Helebê agir bi canê xwe xist.