Beşar Esed ji bo civîna Komkara Erebî hat vexwendin

Behreynê, Beşar Esed vexwend lûtkeya bê ya Komkara Erebî.

Li gorî medyaya ser bi hikumeta Şamê ve, Beşar Esed pêşwaziya balyozê Behreynê yê li Şamê Wehîd Mubarek Seyar kir.

Hate ragihandin ku Seyar peyama qralê Behreynê Hemed Bin Îsa Al-Xelîfe pêşkêşî Esed kir.

Di peymanê de, Esed ji bo lûtkeya 33’an a Meclisa Komkara Erebî hatiye vexwendin.

Biryar e ku lûtkeya Meclisa Komkara Erebî 16’ê Gulanê li paytexta Behreynê Manamayê were lidarxistin.

Piştî 11 salan ji cemidandina nûnertiya wê ya di Komkara Erebî de, Esed par cara yekemîn beşdarî lûtkeya Komkara Erebî bûbû ku li Erebistana Siûdî hatibû lidarxistin.

Back to top button