Dorpêça Şehba û taxên Helebê bi çalakiyan hat şermezarkirin

Dorpêça girankirî ya li ser Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi çalakiyn tê şermezarkirin. Gelek çalakî li herêmê hatin lidarxistin û bang li aliyên peyewndîdar hate kirin ku dorpêçê bi dawî bikin.

Li dijî dorpêça hêzên hikûmeta Şamê li ser Şehba, gel bi hêrs e û di nava çalakiyan de ye.

Îro Komîteya Perwerdeya Civaka demokratîk li hember dorpêçê meşek li dar xist..

Bi sedan xwendekar û mamoste beşdarî meşê bûn.

Meş li qada bazarê veguherê mêtingê û li vir daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev dorpêç bûye sedema rawestandina dibistanan ku zarok bê perwerde dimînin..

Bi heman armancê jî xwendekarên herêma Efrînê yên dibistanên li gundê Maratê û Şeyîr daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber dorpêçê bi hezaran xwendekar ji xwendina xwe bê par mane.

Her wiha işaret bi êrişên dewleta Tirk jî hat kirin û hat gotin:

“Êrişên dewleta Tirk bûn sedem ku zirar bighêje dibistanan û navendên perwerdeyê.”

Di dawiyê de bang li hemû aliyên peywendîdar hate kirin ku xwedî li zagonên xwe derkevin û dawî li dorpêçê bînin.

Her wiha xebatkar û rêveberên nexweşxaneya Avrîn jî li hember dorpêçê daxuyaniyek dan..

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Ev zêdetirî 5 salan e ku şêniyên ji Efrînê hatine koçberkirin û niha li Şehbayê dimînin di şert û mercên zehmet de ne..

Ev dorpêça hikûmeta Şamê du meh in dewam dike û her diçe girantir dibe.

Eger rewş bi vî awayî dewam bike dê kariseteke mirovî rû bide, bi taybet ku niha em di werza zivistanê de.

Di dawiyê hate diyarkirin ku bikaranîna dorpêçê li dijî şêniyan zagonên mirovî yên navnetewî bi pê dike û hate gotin: “Ev kiryarên dijmirovî û exlaqî dê vîna gelê herêmê neşkîne.”

Back to top button