Bi nêzbûna hilbijartinan re dîsa fen û zextên desthilata AKP-MHP’ê xwe didin der.
Li bajaroka Dêrgulê yê Şirnexê leşker dixwazin çavên hilbijeran bitirsînin.
Lewra leşker êvarî digerin taxan digerin û nasnameyan kontrol dikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir wê şenî serî li hember zextan netewînin.
Bi nêzbûna hilbijartinan re weke her car desthilata AKP-MHP’ê dîsa dest bi zextên li dijî Kurdan kiriye.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 31’ê Adarê wê hilbijartinên xwecihî werin lidarxistin.
Lewra desthilata AKP-MHP’ê ya ku li hemberî vîna gelê Kurd di nava tirs û xofê de ye dek û dolaban digerîne.
Bi rêya zext û hîleyan hewl dide şarederiyên li Kurdistanê bi dest bixe.
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê, li taxên dengên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) zêde ne, welatî rastî zextan tên.
Li gorî agahiyan beriya hilbijartinê leşker danê êvarî li taxan digerin û nasnameyên welatiyan kontrol dikin.
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bertek nîşan da
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û got:
Leşker dixwazin gel çavtirsandî bikin.
Newroz Ûysal da zanîn ji bo taxên ku dengên DEM Partiyê lê zêdene pêkanîneke nû dest pê kiriye û ev peyam da.
Em hem bi hilbijartineke dîrokî, hem jî bi pêvajoyeke hilbijartinê ya dijwar û astengdar re rû bi rû ne
Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan dawiyê li dijî zextên derûnî yê desthilatê banga têkoşînê li gel kir.