Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi daxuyaniyên cuda 8’ê Adarê pîroz kirin.
Di peyaman de soza mîsogerkirina azadiya jinan hemûyan, bi taybetî azadiya Rêber Apo hate dayîn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.
KCK’ê diyar kir ya ku 8’ê Adarê afirand û bi wate kir, berxwedan û têkoşîna jinê ye û ev tişt anî ziman:
“Di vê serdemê de yekane rêya têkoşînê ya azadkirina mirovahiyê ew e ku jin bi vê hişmendiyê û vê xetê berxwedana xwe mezin bike.
Rêber Apo baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi azadiya jinê civak dikare azad bibe û jiyan jî dikare bi wate bê kirin.
Lewma ji bo jin bibe xwedî îrade û bi hêza xwe têbigihêje gelekî hewl da.”
KCK bibîrxist Rêber Apo paradîgmaya azadîparêziya jinê ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo jinan hemûyan destnîşan kir û got:
“Lewma gelekî bi wate ye ku jin pêşengiyê ji xwedîderketina li Rêber Apo re dikin.
Jinên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û lê xwedî derdikevin, li gorî me ev hewldanên wan gelekî hêja ne û em wan pîroz dikin.”
Di dawî de KCK’ê 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir û berxwedana wan a ber bi azadiyê ve silav kir.