Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Goran kir

Li Silêmaniyê şandeya KNK’ê serdana Tevgera Goran kir.
Tevgera Goran di hevdîtinê de ragihand ku ew ji bo kar û xebatên KNK’ê amade ne.

Piştî civînê aliyan Hevserokê KNK’ê Ahmed Qeremus daxuyaniyek çapemeniyê da.

Qeremus got,

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dixwaze bi hestek nîştimanî û netewî dijî Peymana Lozên helwestek diyar nîşan bide.

Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Bextiyar Umer jî got:

“Tevgera Goran di nava KNK’ê de çalake, ev ji bo me erkek nîştimanî û netewî ye.

Wek Tevgera Goran çi erkek bikeve ser milê me emê pêkbînin.”

Şandeya KNK’ê li Başûr hevdîtinan didomîne

Piştî hevdîtinê şandeya KNK’ê bi endamên Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê re civiya.

Serdanên şandeya KNK’ê ya ji bo aliyên siyasî li Silêmaniyê ji 2’yê adarê ve destpê kiriye û dewam dikin.

Back to top button