DEM Partî li Îdirê mitîng li dar xist

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re tenê 5 roj mane û partiyan lez dane xebatên xwe.
DEM Partî li Îdirê bi tevlibûna Hevserokê Giştî mitînga hilbijartinê li dar xist.
Li wir Tuncer Bakirhan bersiv da gotinên Erdogan ên derbarê muxatabê de û got: “Kesê li qesrê dijî, ji wê xewa xwe şiyar bibe û bila qadên Newrozê muxataban bibîne.”
Li aliyê din Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin namzetên DEM’ê û ji bo vê yekê bang kir.

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re tenê 5 roj mane û partiyan lez dane xebatên xwe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îdirê mitînga hilbijartinê li dar xist.

Di hilbijaritinan de yek ji bajarên herî krîtîk jî Îdir e.

Mitîng bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û hezaran kesan pêkhat.

Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne

Li wir Tuncer Bakirhan bersiv da gotinên Erdogan ku digot; “Heke DEM Partî bixwaze weke muxatab were qebûlkirin, bila xwe îspat bike.

Bakirhan diyar kir muxatab li qadên Newrozê de xuya bû û got:

“Kesê li qesrê dijî, ji wê xewa xwe şiyar bibe û bila muxataban bibîne.”

Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê

Li bajarê Sêrtê jî xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê bi şev û roj didomin.

Desthilatê li bajar 6 hezar û 643 “hilbijêrên gerok” veguhestiye û hewl dide dîsa Şaredariya ku ev du serdem in qeyûman lê tayîn dike, bi dest bixe.

DEM Partî jî li dijî vê hewldanê, bi şev û roj dixebite û jixwe bawere ku wê şaredariyê rizgar bike.

Têkildarî mijarû Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê Turgut Yurek axivî.

Turgut Yurek da zanîn ku wan beriya du mehan 21 taxên bajêr weke 7 herêm diyar kirine û xebatên xwe li gorî van herêman dimeşînin

Yurek destnîşan kir ku jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin û got:

“Me di şevekê de li deriyê 2 hezar û 300 malbatan xist.”

Ciwanên di xebatên hilbijartinê de cih digirin jî diyar kirin, ew ê 31’ê adarê ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin û xwedî li vîna xwe derkevin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Em piştgiriyê bidin dem partiyê

Li kêleka xebatan piştgiriya ji bo partiya DEM jî zêde dibe.

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin namzetên DEM’ê û ji bo vê yekê bang kir

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli ji bo xelkên herêma Serhedê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî bang kir û got:

“Desthilat bi navê ol deng ji gel dixwaze û dixapîne. Ev yek bi tena serê xwe felaket e.

Yên ku ji ola Îslamê bawer dikin, ma dikare deng bide diz û kujeran.”

DEM Patî bi germahiyek mezin xebatên hilbijartinê dimeşîne

Back to top button